Serokê Ukraynayê: 99 hezar leskerên Rûsyayê mirin!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodmir Zelenskiy ragihand, pevçûnên aktîf ên şerê li dijî Rûsyayê li welatê wî li ser xeta eniya 1300 kîlometreyî berdewam dikin.
Rêberê Ukraynayê Zelenskiy nîvê şevê bi peyameke vîdyoyî ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir xîtabî raya giştî kir û ragihand, nakokiyên germ ên di navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam dikin.
Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku xala herî germ a şerê ku li Ukraynayê berdewam dike bajarê Bahmût e û got, "Bahmût li eniya şer germtirîn xal berdewam e. Pevçûnên çalak 1300 kîlometre berdewam dikin.
Rêberê Ukraynayê îdia kir, di şer de zêdetirî 99 hezar leşkerên Rûs mirine û got, dibe ku ev hejmar di rojekê de bigihêje 100 hezarî û wiha got: "Ji bo çi? Li Moskowê tu kes bersivê nade û wê nede."
Ji aliyeke din ve Zelenskiy diyar kir, êrîşên hêzên Rûsî yên li ser Ukraynayê bi balefirên bêpîlot ên Îranê didomin û got, îro 30 balefirên bêfirokevan li asmanî hatine îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin