Rûsyayê bi hezaran ton zadê Ukraynayê ji Esed re sandiye

19 December 2022 21:12 0 dîtin
Rûsyayê bi hezaran ton zadê Ukraynayê ji Esed re sandiye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê ku 24ê Sibata 2022yan dest pê kiribûn heta niha, Rûsyayê bi hezaran ton zad û genimê Ukraynayê ji rejîma Sûriyê re şandiye.

Ajansa Reuters a navenda wê li Brîtanyayê ye, di nûçeyeke taybet de li gorî dane û amarên fîloyên keştiyên zad derxistiye holê ku zêdetirî 500 hezar ton zadê Ukraynayê bi ser Kendavan û Kirimê de, ji Sûriyê re şandiye.

Hatiye diyarkirin ku keştiyên zad ji ser Derya Reş û Kendavan ji Bendera Sivastopolê ve hatine birêkirin û di nav salekê de 17 qatan veguhestina zad bo Sûriyê zêde bûye.

Di meha Tîrmehê de, peymana veguhestina zadê Ukraynayê li Stenbolê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatibû îmzekirin ku di çarçoveya wê peymanê de zadê Ukraynayê bo welatên cîhanê dihate şandin, lê li gorî nûçeya Reutersê rêjeyek zêde ya wî zadî bo rejîma Esed hatiye şandin.