Ji Rûsyayê daxuyaniyeke balkês bo serê Ukraynayê: Di hefteyekê de bi hezaran kustî
PeyamaKurd – Di demeke ku şerê Rûsya-Ukraynayê ji nû ve dijwar bûye de, Rûsyayê îdia kir ku di hefteyekê de wan bi hezaran leşkerên ukraynî kuştine.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, di heyama hefteyekê de nêzîkî 6 hezar leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û zêdetirî 12 hezar dron jî ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatine xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de hatiye gotin, ji roja 23yê Adar a 2024an heta 30yê Adar a 2024an ziyanên artêşa Ukraynayê pir zêde bûne û di vê hefteyê de zêdetirî 5 hezar û 770 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û 12 hezar û 8 dron jî hatine xistin.
Herwiha hate diyarkirin, di vê hefteyê de artêşa Rûsyayê 57 êrîşên hûr bi çekên erdî, deryayî û asmanî bi ser Ukraynayê de kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin