Ji Rûsyayê daxuyaniya leskerên kirêkirî li Ukraynayê: Hatin tunekirin!

02 June 2022 18:55 0 dîtin
Ji Rûsyayê daxuyaniya leskerên kirêkirî li Ukraynayê: Hatin tunekirin!

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Rûsyayê Rusya Îgor Konaşenkov ragihand ku hejmara leşkerên biyanî yên kirêkirî ku ji bo şerê leşkerên rûsî bikin çûna Ukraynayê, nîvî nîvî kêm bûye.

Konaşenkov li ser mijarê got, ji destpêka meha Gulanê ve hatina leşkerên kirêkirî bo Ukraynayê rawestiyaye û diyar kir: “Li gorî daneyê ber destê me, îro hejmara leşkerên biyanî yên li Ukraynayê ji 6 hezar û 600 kesan daketiye 3 hezar û 500 leşkeran. Bi qasî nîvî nîvî kêm bûye.”

Herwiha li gorî daxuyaniya Konaşenkov, hêzên Rûsyayê bi sedan leşkerên kirêkirî yên çûna Ukraynayê piştî gihîştine navendên leşkerî, bi fuzeyên menzîldirêj ên hesasiyata bilind bêbandor kirine û gotiye, “Ji ber ku piraniya wan bê perwerde bûn, serpêhatiya wan a şerê rastîn nebû li meydana şer hatin tunekirin.”