Zelensky: "Heya ku leskerên Rûsyayê li welatê me bimînin wê ser berdewam bike"
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy derbarê biryara agirbesta Rûsyayê ya 36 saetan de got, "Heta ku leşkerên Rûsyayê li welatê me bimînin wê şer berdewam bike."
Zelenskiy bi peyama xwe ya vîdyoyî xîtabî raya giştî kir û geşedanên şerê Rûsya û Ûkraynayê nirxand.
“Niha ew dixwazin Noelê wekî veşartekê bikar bînin, da ku pêşdeçûna zilamên me (leşker) li Donbasê ji bo demekê rawestînin û amûr, cebilxane û leşkeran nêzî çeperên me bikin. Ev ê çi bide? Zêdebûnek din di hesabê windabûnê de. Her kes li cîhanê dizane ku Kremlin çawa ji şer bêhnvedanê bikar tîne da ku şer bi hêzek nû bidomîne."
Herwiha Zelenskiy got, "Rûsya wê nikaribe bi bêdengî amadekariyên xwe yên ji bo pêleke nû ya êrîşkariyê li dijî Ukrayna û tevahiya Ewropayê veşêre. Cîhan wê bi hûrgilî bizane ka êrîşkar çawa û kengê xwe ji bo zêdekirina şer a nû amade dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin