Zelensky di Kongreya Amerîkayê de axivî: Ukrayna sax e û Rûsyayê pasve dikisîne!

22 December 2022 12:16 0 dîtin
Zelensky di Kongreya Amerîkayê de axivî: Ukrayna sax e û Rûsyayê pasve dikisîne!

PeyamaKurd Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy got, "Tevî hemû dîmenên tarî, Ukrayna neket. Ukrayna sax e û (Rûsya) paşve dikişîne."

Zelenskiy di civîna hevpar a Komarparêz û Demokratan a li Kongreya Amerîkayê de ji endamên Kongreyê re axivî.

Di rûniştina bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê Kamala Harris û Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi de, endamên Kongreyê bi çepikeke dirêj pêşwazî li Zelenskiy kirin.

Zelenskiy ku di destpêka axaftina xwe de spasiya endamên Kongreyê bi taybetî gelê Amerîkayê kir û got, "Ji bo min îmtiyaz e ku li vir bim."

Zelenskiy da zanîn, ew di hişê hemû cîhanê de li hember Rûsya bi ser ketine û got, "Tevî hemû dîmenên tarî, Ukrayna neket. Ukrayna sax e û (Rûsya) paşve dikişîne."

Rêberê Ukraynayê eşkere kir, sala bê hem ji bo Ukraynayê hem jî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê bibe "xala zivirînê" û bal kişand ser wêrekiya Ukraynayê û biryardariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Zelenskiy ku têkoşîna leşkerên Ukraynayê bi leşkerên Amerîkî yên di sala 1944an de li dijî Hîtler şer dikin, kir û got, "Ukrayna wê tu carî teslîm nebe."