Zelensky ji Kongreya Amerîkayê re gotarek pêskes kir: Bang li Serok Biden bang dikim...

16 March 2022 20:01 0 dîtin
Zelensky ji Kongreya Amerîkayê re gotarek pêskes kir: Bang li Serok Biden bang dikim...

PeyamaKurd - Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky îro 16ê Adanê gotarek ji Kongreya Amerîka re pêşkêş kir û ji bo êrîşên dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve alîkarîya zêdetir xwest.

Zelensky ji Amerîkayê xwest ku li dijî êrîşên wêranker yên Rûsyayê, li ser asmanê Ûkrayna herêmeke bêfirîn ya mirovî were danîn.

Serokê Ûkraynayê daxwaz kir ku dorpêçên ser Rûsyayê hîn jî werin xurt kirin û kompanî û karsazên Amerîkî bi tevahî ji Rûsyayê derkevin.

Zelensky ji Serokê Amerîka Joe Biden jî daxwaz kir ku bibe rêberê cîhanê ku aştîya cîhanê pêk bîne.

Zelensky wiha axivî: "Ez di jîyanê de wate nabînim, heger nikaribe mirinê bisekinîne. Û wek rêberê gelê Ûkraynî, ew erka min ya sereke ye. Ez ji Serok Biden re bang dikim: Tu rêberê wî welatê mezin î û ez dixwazim ku tu bibî rêberê hemî cîhanê. Maneya wê jî ew e ku tu bibî rêberê aştîya cîhanê."