Zelensky ji Parlamentoya Ewropayê re gotarek pêskes kir: Rûsya dewleta terorê ye!
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky, bi awayekî online gotarek li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşkeş kir û bal kişand ser di bombardimanên rûsî de kuştina sivîl û zarokan û Rûsya wekî dewleta terorê bi nav kir.
Zelensky got ku tenê doh li Xarkovê di bombardimanê de 16 zarok hatine kuştin û daxwaz YEyê kir wan wekî beşek ji xwe qebûl bikin û vê jî îspat bikin.
Herwiha Zelensky da zanîn ku ew dê berxwedana xwe ya dijî hêzên Rûsyayê berdewam bikin û got, “Ti kes nikare destwerdana welatê me û azadiya me bike. Ti kes nikare me bişkîne. Em bihêz in, em ûkreynî ne.”
Axaftina Zelensky ji aliyê parlamentarên ewropî ve li ser piyan û bi çepikan hat pêşwazîkirin û li gorî zanyariyên dawî, YEyê serlêdana endamtiyê ya Ûkraynayê ku Zelensky doh îmze kiribû jî qebûl kiriye daku bi şêweyeke taybet wê daxwazê binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin