Roja dengdana pêbaweriyê li Parlamentoya Ewropayê
PeyamaKurd – Ji bo serokê nû yê Komîsyona YEyê ku desteya rêveber a Yekitiya Ewropayê ye, îro li Parlamentoyê dengdan tê kirin. Ne diyar e ku siyasetmedara Alman Ursula Von Der Leyen, ku ji hêla serokên Ewropî ve ji bo demek din hatî destnîşan kirin, wê dengê pêbaweriyê werbigire.
Piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê yên Hezîrana borî pêk hatin, xebatên ji bo diyarkirina rêveberan di mekanîzmayên biryargirtinê de berdewam dikin.
Îro wê ji bo serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen dengê pêbaweriyê bê kirin.
Dengdana pêbaweriyê ya Von Der Leyen wek sala 2019an wê bi piştgiriya koma xwe û parlementerên sosyalîst û lîberal jî pêkan be.
Bi helwesta xwe ya tund a pro-Îsraîl tê naskirin
Li hejmara niha ya kursiyan dinêrin, bi îdeal piştgiriya van her sê koman dê 361 dengên pêwîst peyda bike.
Lêbelê, rastiya ku dengdan wê veşartî be, pirsan zêde dike.
Gelek siyasetmedarên Ewropî bertek nîşanî Von Der Leyen ku bi helwesta xwe ya tund a pro-îsraîl tê naskirin bertek nîşan didin. Ger di dengdanê de piraniya mitleq pêk neyê, wê parlementer daxwaza diyarkirina namzedek nû bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin