Li Parlamentoya Ewropayê, ji bo Rojava pêsniyazeke balkês hat kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Ewropayê hatin ragihandin, di civîna Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) û nûnerên Komîsyona Ewropayê de mijar li ser operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî hin herêmên Rojava bûye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ji bo operasyonên Tirkiyeyê yên asîmanî bên rawestandin û pêşî li hegera operasyonên bejahî bê girtin, nirxandin û pêşniyaz hatine kirin.
Li gorî ragihandinê, hin parlamenteran pêşniyaz kirine ku li ser Rojava qedexeya firînê were danîn da ku rê li ber operasyonên asîmanî bê girtin.
Hat zanîn ku Komîsera Ji Wekheviyê Berpirsiyar a Yekîtiya Ewropayê Helena Dalli gotiye ku
“Di hegera êrîşeke bejahî ya li Rojava de dê têkoşîna li dijî IŞÎDê bikeve bin metirsiyê û dê encamên ku bibin karesatên mirovî yên ku nayên qebûlkirin derkevin pêş û dê ev yek ji bo ewlehiya navneteweyî jî encamên nebaş peyda bike.”
Hat diyarkirin ku endamê Parlamentoya Ewropayê Alfonsi François jî piştgiriya pêşniyazê kiriye û wî jî gotiye ku
“Ji bo êrîşên asîmanî yên Tirkiyeyê bên rawestandin, wekî Herêma Kurdistanê ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de; divê em li Rojava (bakur rojhilatê Suriyeyê) jî herêmeke ku ji bo firînê qedexe be, diyar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin