Sewqiyata lojîstîk a Koalîsyonê ya ber bi Rojava ya balkês

09 March 2025 18:02 0 dîtin
Sewqiyata lojîstîk a Koalîsyonê ya ber bi Rojava ya balkês

PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYAyê karwaneke leşkerî ya nû şandin bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane PeyamaKurdê, karwanê ku ji deriyê sînorî yê El-Welîd a Herêma Kurdistanê ber bi Hesekê ya di bin rêveberiya Rojava ve diçû; Ew ji 24 tankerên sotemeniyê, tenekeyên mohrkirî, û kamyonên ku pêdiviyên leşkerî û lojîstîk hildigirin pêk dihat.

Karwanê koalîsyonê ber bi baregeha Qesrak a dikeve bakurê Hesekê ve bi pêş ve çû.

Doh jî hêzên Koalîsyonê 2 balafirên barhilgir û helîkopterên leşkerî anîn baregeha Harab El-Cir a gundewarê Rumeylanê li bakurê Hesekê.

Balafiran alavên leşkerî û lojîstîkî hilgirtibûn da ku baregehên Amerîkî li herêmê bi hêz bikin.