'Parlamentoya Kurdistanê roja Pêncsemê ji bo dengdana kabîneya nû dicive'
PeyamaKurd - Parlementerê Tevgera Goran li Parlementoya Kurdistanê Şaxewan Rewuf Beg got ku roja Pencşemê Parlementoya Kurdistanê deng li ser kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê dide.
Şaxewan Rewuf Beg ji medya Kurdistanê re ragihand ku roja Pêncşemê 11ê Tîrmehê kombûna Parlementoya Kurdistanê heye û di wê kombûnê da wê parlementoya Kurdistanê deng li ser kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê da bide.
Hêjayî gotinê ye îro yekşemê 07. 07. 2019an Tevgera Goran eşkere kir ku wan bi awayekî fermî navên kandîdên xwe yên posta wezîrtiyê radestî Mesrûr Barzanî kirine bo avakirina hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê.
Piştî civîna Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî kandîdên xwe bo posta wezîriyê eşkere kirin ku tê çaverêkirin di demeke nêzîk de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî kandîdên xwe yên bo wezîrtiyê eşkere bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin