Wezîrên Ukrayna û Amerîkayê, li ser rewsa dawî axivîn

17 August 2022 14:31 0 dîtin
Wezîrên Ukrayna û Amerîkayê, li ser rewsa dawî axivîn

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ve hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Ukraynayê û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, bi rêya telefonê axivîne û rewşa dawî ya şerê li Ukraynayê nirxandiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov, li ser mijarên girîng axivîne. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku naveroka axaftinê li ser alîkariya leşkerî bûye û bi berdewamî hat gotin,

“Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin, ji bo nirxandina alîkariya demdirêj a ewlehiyê, ligel hempîşeyê xwe yê Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov, axiviye. Wezîr Reznikov, di derbarê rewşa dawî ya şerê Rusyayê yê li hember Ukraynayê de agahî dan.

Wezîrên herdu welatan, di axaftina xwe de li ser plansaziyên civîna ku tê payîn, kirin. Wezîrên berevaniyê, bi biryar in ku di nav têkiliyên nêzîk de berdewam bin.”