Wezîrên karên derve yên Ewropayê li ser rewsa Ukrayna di danûstendinê de ne

30 December 2021 10:58 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên Ewropayê li ser rewsa Ukrayna di danûstendinê de ne

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan ya Reutersê diyar kir, wezîrên karên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Amerîka, di derbarê rewşa li sînorê Ukrayna û helwesta Rûsya danûstandinê dikin.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Karên Derve ya Almanya ragihand. û li gor daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, wezîrên karên derve, li ser bernameya navokî ya Îranê û derbarê dijî Çînê hevkarîya bi Lîtvanya re jî axivîne.

Herwiha, çaverê ye Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, roja Pêncşemê biaxivin.