Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê rewsa dawî ya Afganistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Amerîkayê, rewşa dawî ya Afganistanê gotûbêj kirin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û hevtayê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin, di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya Afganîstanê gotûbêj kirin.
Di wê peywendiya telofonî de, Hulusî Akar û Lloyd Austin, kêfxweşiya xwe ji bo alîkariya navbera her du aliyan di warê karê veguhestina welatî û serbazan de anîn ziman.
Li gor daxuyaniya ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, her du Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê, geşedanên dawî yên li Afganistanê gotûbêj kirine û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo kuştina serbazên Amerîkî li Balafirxaneya Kabûlê, sersaxî li hevtayê xwe Lloyd Austin kiriye.
Li aliyê din, do 27ê Tebaxa 2021ê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, proseya vekişîna leşkerên wan ji Afganistanê bi dawî bûye. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya li ser Twiterê de destnîşan kiriye “Veguhestina leşkerên me ku 20 sal e bi awayekî serkeftî erkê xwe li Afganistanê cîbicîh kirine, bi dawî bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin