Amerîka: Eger Rûsya êrîsê peykên me bike wê bedela wê bide
PeyamaKurd – Rêvebirê konseya stratejîk yê Koşka Sipî yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku Rûsya li peykên (satalayt) sîvîl yên Amerîkayê bixe, wê bedela wê bide. Kirby, di ser platforma videokonferansê di ser zoom ê de civîna çapemeniyê lidarxist û ji rojnamevanan re behsa siyaseta derve ya Amerîkayê kir.
Ji Kirby li ser pirsa gotina rêvebirê wezareta karên derve yê Rûsyayê Konstantin Vorontsov hat kirin ku di civîna Neteweyên Yekgirtî de gotibû eger alîkariya Amerîkayê ji bo Ûkraynayê dewam bike, dibe ku êrîşa peykên esmanî yên Amerîkayê ji bo wan rewa be, kirin.
Kirby got ku dewamkirina şerê Ûkraynayê ji aliyê serokê Rûsya Vladimir Putin de, ‘talûke û provakatîv’ e û weha dewam kir:
“Em ê alîkariya xwe ji bo Ûkraynayê aşkera, samîmî û zelal dewam bikin. Ev tewra me wê qet neguhire. Ez tenê vêya bêjim, êrîşekî ji bo ser avahiyên bingehîn yên Amerîkayê bibe, wê bersiv bê dayîn.”
Li ser gotina ku partiya komarî gotiye; Biden ji bo Ûkraynayê serê her tiştî berdaye, Kirby got:
“Me serî berneda ye. Her alîkariya pêwist bû me kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin