Amerîka: Eger Îsraîl êrîsê Rafahê bike wê felaket çêbibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li ser daxwaza Hamasê ku xwestibû bi Îsraîlê re agirbesê bike, Netenyahu daxwaza Hamasê red kiribû û ragihandibû ku ferman daye da artêşa Îsraîlê êrîşê ser Rafahê bike û xwe amade dikin. Li Rafahê Fîlîstîniyên ku ji ber Îsraîlê reviyan lê dimînin û jimara wan yek milyonî derbas kiriye.
Li ser mijara êrîşa ser Rafahê, koordînatorê Koşka Sipî yê ewlehiyê yê Amerîkayê John Kirby, di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser rewşa Xezzayê û îhtîmala operasyona ser Rafahê axifî:
“Bi sed hezarî kes di Rafahê de xwe givaştine ser hev. Me planê Îsraîlê yê ku wê di nêz de êrîşê Rafahê bike nedîtiye. Fîlîstînî di nav Rafahê û dora wê de tên parastin. Li wê derê gelek kes hene ku ji ser warên xwe rabûne. Eger niha operasyonên leşkerî bikin ser wan, wê bibe felaket. Em vê yekê destek nakin.”
Li ser mijarê cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel jî pirsan bersivand û got:
“Rêvebiriya Biden operasyona ser Rafahê destek nake. Li Rafahê di ser 1 milyonekî de mirov dijîn. Eger operasyonekî bê plan bikin, wê bibe felaket.”
Berya Îsraîl êrîşê ser Xezzayê bike, li Rafahê 280 hezar kes dijiyan lê piştî destpêkirina şer, nûfûsa Rafahê giha 1 milyon û 200 hezarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin