Amerîka helîkopterên êrîsê yên Apache neda Îsraîlê

26 December 2023 23:13 0 dîtin
Amerîka helîkopterên êrîsê yên Apache neda Îsraîlê

PeyamaKurd – Îsraîlê ji Amerîkayê daxwaz kiribû ku ji bo di êrîşên li Xezzayê û Lubnanê de bikarbîne helîkopterên Apache ji Amerîkayê xwestibû lê Amerîka daxwaza Îsraîlê red kir. Her çendîn biryara Amerîkayê ne ya dawiye jî di mijarê de Îsraîl zorê dide Amerîkayê.

Agahiya mijarê ji terefê medya civakî ya Îsraîlê de hat dayîn. Malpera Ynetê ya rojnama Yediot Ahronot a Îsraîlê ragihand ku Amerîka daxwaza Îsraîlê red kiriye.

Hat gotin ku di hevdîtina wezîrên berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û ya wezîrê Îsraîlê Yoav Gallant ya di 18ê Mijdarê de hatibû rojevê. Paşî Îsraîlê dexwaza xwe bir Pentagonê lê daxwaza Îsraîlê qebûl nebû.