Mesûd Pezeskiyan: Eger Îsraîlê êrîsê me bike em ê bi tundî bersivê bidinê

02 October 2024 22:32 0 dîtin
Mesûd Pezeskiyan: Eger Îsraîlê êrîsê me bike em ê bi tundî bersivê bidinê

PeyamaKurd – Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan hişyariyê da DYA û welatên Rojava û got eger êrîşê Îranê bikin, wê bi tundî bersiva wan bidin. Pezeşkiyan piştî êrîşa Îranê got ku Îran şer naxwaze û ger êrîşê bikin ser Îranê jî wê bersivekî tund bidin wan. Pezeşkiyan weha dewam kir:

“Rola Qatarê di vir de gelek girînge û ji bo me girînge. Ez girîngiyê didim biratiya navbera dewletên Misilman. Misilman birayên me ne. Wê Îsraîl ti carî di sûcên dike de bi ser nekeve. Em dixwazin têkiliyên xwe bi Qatarê re pêş bixin. Di navbera me û hemkarên me yên Qatarê de bi taybetî di seha neqliyê, derman, tenduristiî, zanko û tûrîzmê de em berjewendiyên hevpar rave bikin.”

Li ser mijara ewlehiya herêmê Pezeşkiyan weha dewam kir:

“Em naxwazin xwînê birêjin. Piştî bûm serokkomar ez daîma dibêjim. Kes şer naxwaze. Îsraîl dike ku em bersiva wî bidin. Li Tehranê mêvanê me kuşt. Di roja merasima sondxwarina min de. Me sebir kir. Gotin sebir bikin lê îsraîl dest ji êrîşên xwe yên ser Xezayê berneda. Dest ji êrîşên ser Lubnanê berneda. Kuştinên ku di dîrokê de kes nekiriye, kirin.

Eger êrîş bikin em ê bersiva wan bidin. Dewleta Îslamî nahêle ku dagirker bigihên armanca xwe. Ji DYA û welatên din daxwaza me ew e ku bila ji dewletên dagirker yên herêmê re bêjin bila dest ji kirina van sûcan berdin. Eger nebe, dê di ti welatî dê ewlehiya tinebe. Wê berjewendiyên DYA û Ewrûpiyan jî di mijarê de tinebin.”