Îran | Cewad Zerîf cardin li Mesûd Pezeskiyan vegeriya
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê Muhammed Cewad Zerîf ku demek berê ji şêwirmendiya serokomar îstifa kiribû, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û ragihand, ew ê vegere erka xwe ya berê wek alîkarekî taybet ê karûbarên stratejîk ê serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan.
Cewad Zerîf ku 11ê Tebaxê bûbû alîkarê karûbarên stratejîk ê serokomarê Îranê, beriya kabîneya Pezeşkiyan baweriyê ji parlamentoyê bistîne îstifa kiribû.
Zerîf, wekî sedema karvekêşana xwe gotibû, "ji ber ku di erkdakirina endamên hikumetê de nêrîna komîteyên şêwirê nehatiye girtin” ew îstifa dike.
Hêjayî gotinê ye, Cewad Zerîf, yek ji endezyarên herî navdar û serokê şanda Îranê ya lihevkirina nukleerî bû ku Amerîka di serdema Trump de sala 2018an jê vekişiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin