Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê îro 14ê Hezîranê serdana Tirkiyê dike û li bajarê Stenbolê bi rayedarên Tirkiyê re dicive.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf di rojên 14-15ê Hezîranê de serdana Tirkiyê dike.
Hat zanîn ku wê Cewad Zerîf di çarçoveya serdana xwe de bi rayedarên Tirkiyê re li ser têkiliyên dualî yên navbera herdu welatan, mijarên herêmî û navdewletî gotûbêjan bike.
Hêjayî gotinê ye, îro şandeke Rûsyayê ku ji Wezîrên Derve Sergey Lavrov, Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu û berpirsên leşkerî pêk tê jî serdana Tirkiyê dike.
Tê çaverîkirin Sûriye û Libya babetên sereke yên hevdîtinên herdu aliyan bin ku Cewad Zerîf jî hevdem serdana Tirkiyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin