Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavusoglu re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Tirkiyê kir û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiya.
Civîna Mihemed Cewad Zerîf û Mevlut Çavuşoglu îro li Koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê pêk hat.
Herwiha, biryar e Cewad Zerîf di saet 14:00an de bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.
Piştî civînê, Wezîrên Derve yên Îran û Tirkiyê, konferanseke rojnamevanî ya hevbeş pêk anîn.
Her du aliyan di konferansê de diyar kirin, ku di civînê de wan derbarê têkiliyên du alî yên navbera Tehran-Enqerê de, dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, rewşa herêma Karabaxê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirine.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir, Tirkiyê di rojên zehmet de piştgiriya Îranê kiriye û amaje bi wê yekê kir, ku cezayên Amerîkayê bandor li pêşxistina peywendiyên Tehran-Enqerê kiriye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da zanîn, ku di civînê de behsa rêkeftina atomî ya bi Îranê re hatiye kirin û got, dema wê ye dawî li cezarên Amerîkayê bê anîn û îdareya Joe Biden kar ji bo vejandina rêkeftina atomî ya lig el Îranê bike.
Herwiha Çavuşoglu qala rewşa li herêma Karabaxê kir û hêvî kir, ku aramiya li wê herêmê berdewam be, ji ber ku bi gotina wî aramiya li wê herêmê ji bo Ermenistanê jî baş e.
Herî dawî her du aliyan derbarê rewşa Sûriyê de jî gotûbêj kirine û Wezîrê Derve yê Îranê tekez li ser wê yekê kir, ku divê karê komîteya nivîsandina Destûra Sûriyê berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin