Trump û Pûtîn axivîn: Destwerdana Rûsyayê nerast bû…
PeyamaKurd - Serokên Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn peywendiyeke telefonî pêk anîn û mijarên wekî; belavbûna vîrusa korona, nakokiyên atomî yên navbera Waşington û Moskowê, destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên sala 2016 ên serokatiya Amerîkayê û hin mijarên din gotûbêj kirin.
Donald Trump di hevdîtina xwe ya ligel Hakimê Wîlayeta Teksasê de got, roja Pêncşemê wî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re peywendiyeke telefonî kiriye û destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de wek xapandinekê bi nav kiriye û ji Putin re gotiye, niha derketiye holê ku mijara destwerdanên Rûsyayê di hilbijartinan de xefikek bûye û niha rastî eşkere bûne û derketiye holê ku ew destwerdan rast nebûye.
Di peywendiya telefonî de, Putin bi helkefta derbasbûna 75 salan di ser bidawîhatina şerê cîhanê yê duyem re, pîrozbahî li Trump kiriye.
Trump jî ji hevtayê xwe yê Rûs re ragihandiye, ku ew amade ne di pirsa rûbirûbûna vîrusa koronayê de alîkariya Rûsyayê bikin û amûrên henasedanê ji wan re peyde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin