Rûsya: Welatên Rojava xiyanet li Ukraynayê kir!

06 December 2023 21:04 0 dîtin
Rûsya: Welatên Rojava xiyanet li Ukraynayê kir!

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, di civîna heftane ya li Moskowê de ragihand ku welatên Rojava bi sozên alîkariyê baweriya gelê Ukraynayê bikar anîne û xiyanet li wan kirine.

Zaxarovayê daye xuyakirin, welatên Rojava bi awayekî henekpêkirin gelê Ukraynayê xapandiye û got: "Ew naxwazin meseleya Ukraynayê dawî lê were. Pêdiviya wan bi berdewama vê çîrokê heye.”

Herwiha Zaxarovayê li ser pirsa hebûna hevdîtinên nepen ên Rûsya-Ukraynayê bo aştiyê jî diyar kiriye, li ser wê mijarê ew bixwe ne xwedî agahî ye, lê red jî nekiriye.

Zaxarovayê di civînê daye xuyakirin, her diçe xeteriya pevçûna rasterast a bi NATOyê re zêde dibe.