Rûsya: Serê hibrît ê welatên rojava ji bo Moskow û Pekînê derfetên nû derxist holê!
PeyamaKurd – Piştî êrîşên artêşa Rûsya yên dagirkirina Ukraynayê, li demeke ku welatên ewropî amadekariya sepandina ceza û dorpêçên nû li ser Rûsyayê dikin Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ji ber sepandina dorpêçan di warê hevkariya veberhênan û fînansê de bi Pekînê re derfetên nû ji bo wan çêbûne.
Sergey Lavrov, di axaftina xwe ya online ya vekirina pireyeke li ser sînorê Rûsya û Çînê de got ku krîza Ukraynayê bû sedem ku Moskow û Pekîn nêzîktirî hev bibin.
Lavrov diyar kir: "Şerê hibrît ê ku welatên rojava li dijî Rûsyayê dimeşînin, derfetên ku di navbera Rûsya û Çînê de hevkariya di warên veberhênan û fînansê de were berfirehkirin derxist holê.”
Herwiha Lavrov, bal kişand ser ku helwesta Rûsya û Çînê di mijarên gerdunî de wekî hev e û da zanîn, wê êdî di peymanên bazirganî yên navbera aliyan de, bikaranîna diravên herdu welatan were zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin