Ji welatên Afrîkî ji bo bidawîkirina serê Ukryana-Rûsya pêsniyaza astiyê
PeyamaKurd – Şandeke welatên Afrîkayê serdana paytexta Ukrayna Kîevê kir û ligel Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky civiya.
Şanda welatên Afrîkî piştre jî li bajarê St. Petersburgê bi Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn re civiya û pêşniya aştiyê ya ji 10 xalan pêk tê pêşkeş kir.
Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa di hevdîtina ligel Pûtîn de got ku wan wek welatên Afrîkî ji bo bidawîkirina şer peyam aniye û dixwazin ji bo bidawîkirina îxtilafa navbera Rûsya-Ukraynayê navbeynkariyê bikin.
Ramaphosa diyar kir ku ew li ser 10 xalên ji bo pêkanîna aştiyê radiwestin û wan xalan dixwazin pêşkeş bikin.
Hat ragihandin ku civîna Pûtîn û şanda Afrîkî bi qasî 3 saetan bi awayekî girtî dewam kiriye û şanda Afrîkî ji bo bidawîkirina şer pêşniyazên xwe pêşkeşî wî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin