Erdogan li Malezyayê ye: Bi merasîmeke fermî hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Malezyayê ji aliyê Serokwezîr Enver Îbrahîm ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Serokwezîr Îbrahîm piştî hatina Erdogan li Ofîsa Serokwezîrtiyê pêşwaziya Erdogan kir. Piştî ku Erdogan û Îbrahîm li qada merasîmê cihê xwe girtin, komê sirûda neteweyî ya her du welatan lêxist. Erdoğan rêza merasîmê kontrol kir û silav da leşkeran.
Piştî danasîna heyetên welatan, Erdogan û Îbrahîm dest bi hevdîtinên dualî û nav heyetan kirin.
Erdogan û Serokwezîr Îbrahîm piştî hevdîtinan wê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin