Erdogan, Prens Selman li ber deriyê koskê bi merasîmeke fermî pêswazî kir

22 June 2022 19:43 0 dîtin
Erdogan, Prens Selman li ber deriyê koskê bi merasîmeke fermî pêswazî kir

PeyamaKurd – Welîehd Prensê Erebistana Siûdî, piştî demeke dirêj cara yekem bi serdaneke fermî gihîşt Tirkiyê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.

Erdogan, Muhammed bin Selman li ber deriyê Koşka Serokomariyê pêşwazî kir û hemû payebilindên dewleta Tirkiyê jî di merasîma pêşwazîkirinê de amade bûn.

Tê çaverêkirin Erdogan û Selman pêşî bicivin û piştre jî heyetên her du welatan dest bi civînan bikin.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, biryara di vê serdanê de di navbera Tirkiye û Erebistanê de, hejmarek peymanên aborî û bazirganî werin îmzekirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, wê plana ku fondên Siûdî bikevin nav bazarên Tirkiyê jî di hevdîtinan de were gotûbêjkirin.