Cenazeyê Elî Qazî îro digihêje Hewlêrê

18 July 2022 09:31 0 dîtin
Cenazeyê Elî Qazî îro digihêje Hewlêrê

PeyamaKurd – Cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî îro ji Almanya digihêje Hewlêrê.

Li gor Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw diyar kiriye, di saet 9:30an de wê bi merasîmeke fermî li Firokexaneya Hewlêrê pêşwazî li cenazeyê Elî Qazî bê kirin.

Herwiha eşkere kir, pişt re wê cenazeyê Elî Qazî ber bi Kelarê bê şandin û li wê derê were veşartin.

Malbata Qazî biryar daye cenazeyê Elî Qazî li Kelarê kêleka xwişka wî binax bikin.

Hejayî bibîrxistinê ye, kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja 10ê vê mehê di 89 saliya xwe de li Almanyayê koça dawî kiribû.