Cenazeyê Osman Ocalan li Goristana Ebdulhadî ya Pîrmam a Hewlêrê bi axê hat spartin

15 November 2021 20:08 0 dîtin
Cenazeyê Osman Ocalan li Goristana Ebdulhadî ya Pîrmam a Hewlêrê bi axê hat spartin

PeyamaKurd - Cenazeyê birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan ku îro ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke Hewlêrê wefat kiribû, li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bi axê hat spartin.

Osman Ocalan 25 roj in bi nexweşiya koronayê ketibû û li nexweşxaneya Newroz a Hewlêrê di bin çavdêriya hûr a pizîşkî de bû.

Ji ber ku Osman Ocalan ji nexweşiya şekir û guvaşa zêde a xwînê jî dihat dermankirin, tevî hemû hewldanên pizîşkî jî îro li demjimêr 04.30yê sibehê koça dawî kiribû.

Cenazeyê Osman Ocalan, îro 15ê Mijdarê bi beşdariya heval, kesûkar, malbat û berpirsên partiyên siyasî, li Goristana Ebdulhadî a li navçeya Pîrmam a Hewlêrê bi axê hat spartin.

Birayê Osman Ocalan, Mehmet Ocalan piştî nûçeya wefata xemgîniya xwe anîbû ziman û daxwaza xwe ya anîna cenaze bo Bakurê Kurdistanê kiribû, lê gotibû wan hîn biryarek nedaye û wê zarokên wî biryarê bidin.