Qatilê Deniz Poyraz: Ne posman im, min dixwest Demirtas, Ocalan, Leyla Zana û Buldan jî bikujim!
PeyamaKurd – Hat zanîn ku kujerê xebatkara HDPê ya bajarê Îzmîrê Denîz Poyraz, Onur Gencerê nijadperestê tirk di îfadeya xwe ya dozgeriyê de, gotiye ku ew ne poşman e û îdia kiriye, ti pêwendiyeke wî jî bi ti rêxistineke terorî re nîne.
Li gorî ragihandina medya tirk, qatil Onur Gencer di îfadeya xwe de wiha gotiye:
"Di dilê min de hesta tolhildan û kuştinê bo Selahattîn Demirtaş, Abdullah Ocalan, Leyla Zana, Pervîn Buldan û Bariş Atay hebû. Min meha Çile 60 hezar TL kredî ji bankê stand. Ti kesî ji bo vê êrîşê pere nedaye min. Demak ketim avahiyê bilez derketim qata diduyan, derî vekirîbû. Min çeka xwe ya di nav merhemê de pêçayî derxist, min derî daf da vebû. Min dengek kir û guleyek berda. Ez navê kesê ku min ew kuştiye nizanim. Qet nizanim min nedîtiye. Ji ber ku li navenda bajêr a HDPê bû ji ber ku bi nêrîna min terorîste min ew kuşt. Ti pêwendiye min bi rêxistineke terorî re nîne. Min ev bi tena serê xwe kir. Ne poşman im.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin