"Posmaniya min a herî mezin ew e ku ez nikarim pêsiya tistê Netanyahu li Xezzeyê kir bigirim"

05 July 2024 09:30 0 dîtin
"Posmaniya min a herî mezin ew e ku ez nikarim pêsiya tistê Netanyahu li Xezzeyê kir bigirim"

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell diyar kir ku "poşmaniya wî ya herî mezin ew e ku di heyama wî ya 5 salan a ku ew ê niha jê derkeve de, nekaribûye pêşî li kiryarên Netanyahu yên li Xezzeyê bigire bûye."

Borrell di konferansa ku li Mala Amerîkayê ya li Madrîda paytexta Îspanya hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê nikare bandorê li Îsraîlê bike û wiha got: "Ji ber yek welat nikare di vê mijarê de bibe yek."

Borrell wiha got: "Pişmaniya min a herî mezin ew e ku ez nikarim pêşiya tiştê ku (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin) Netanyahu li Xezzeyê kir, bigirim."

"Xemgînî ew bû ku piştî êrîşên terorîstî yên hovane yên Hamasê, li Xezzeyê nêzî 40 hezar kes mirin, gelek jin û zarok, û YE nekarî di lêgerîna agirbestê û paşê jî çareseriyeke siyasî de yekitiya xwe pêk bîne. Me ji Netanyahu xwest. bi mehan tişta ku kir nekir."

Borrell diyar kir ku ji bo YE li hemberî Îsraîlê yek deng dernekeve, encamên wê hene û got,  “Bê yekitiyê ti girîngiya YEyê nîne. Di şerê Xezzeyê de parçebûna me nehişt ku em li vir bibin lîstikvan. Di mijara Ukraynayê de yekîtiya me hişt ku bibe lîstikvanekî girîng."

Borrell da zanîn ku heta YE ne yekgirtî be wê li ber çavan neyê girtin û got, "Îro yekitî ji aliyê yek welatekî ve, bi taybetî jî bi rêya Ukrayna û Xezzeyê, ji aliyê welatekî ve tê tehdîtkirin."

Borrell got, "Xezze delîla herî mezin e ku em nikarin bibin aktorê sereke yê jeopolîtîk dema ku em parçe bibin. Eger em qutkirina av û xwarinê li Ukraynayê wekî sûcê şer şermezar dikin, divê em heman tiştî li Xezzeyê jî bikin."