Rêber Ehmed: Astengiya herî mezin a li pêsiya Peymana Sengalê PKK ye

12 October 2023 12:22 0 dîtin
Rêber Ehmed: Astengiya herî mezin a li pêsiya Peymana Sengalê PKK ye

PeyamaKurd – Rêber Ehmed di roja duyemîn a Foruma MERI de axivî û diyar kir, li pêşiya pêkanîna Peymana Şengalê astenga herî mezin PKK ye.

Ehmed diyar kir, Bexda berpirsyariya xwe ya derbarê rewşa Êzidiyên li kampên Herêma Kurdistanê bi cih nayîne.

Di roja duyemîn a Foruma MERI de ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve li Hewlêra paytext tê lidarxistin, rewşa Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û pêşeroja Şengalê hatin nirxandin.

Mêvanên rûniştina bi sernavê "Peymana Şengal: Pêşketin û Astengî" ku tê de rewşa Şengalê tê nîqaşkirin, Rêber Ehmed, Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Kasim El-Aracî û Cîgirê Serokê UNAMI Claudio Cordone bûn.

Rêber Ehmed diyar kir, di Peymana Şengalê de gelek soz ji Herêma Kurdistanê re hatin dayîn û got, “Pir hindik soz hatin dayîn û bi cih hatin. Heta niha 300 hezar Kurdên Êzîdî di kampên Herêma Kurdistanê de asê mane. Herwiha got: ‘’Pirsgirêka me ya destûrî li gel Bexdayê heye, ji ber ku îradeya wê nîne ku destûr, yasa, rêkeftin û heta rêkeftinên siyasî cîbicî neke.

Ehmed diyar kir, Peymana Şengalê tevlîhev bûye û wiha dewam kir:

“Lê dema mijar dibe bila bibe, li pişt îradeya hikûmetê îradeyek heye ku destûrê nade pêkanîna peymanan û PKK jî li pêşiya peymana Şengalê dibe asteng.

Madeya çarem ku ti kes behsa wê nake û bi giranî hikûmeta federal û aliyên pêwendîdar ên Bexdayê jê dûr dikevin, avakirina komîteyeke hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ji bo şopandin û cîbicîkirina sê madeyên din ên rêkeftina Şingalê ye.

“Eger PKK û komên çekdar ên neqanûnî ji Çiyayê Şengalê neyên paqijkirin, hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê, sivîl bi taybetî Êzidî û gelê belengaz ê Şengalê dê berdêla bêîstiqrarî û avanekirina bajêr bidin.”

Rêbar Ehmed eşkere kir, piştî bûyerên Cotmeha 2017ê li piraniya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê valahiyeke ewlehiyê derketiye û gelek binpêkirin li wan deveran hatine kirin.

Ehmed got, "Berê di şerê li dijî DAIŞê de bi taybetî li Şengal û derdora wê hin pirsgirêk hebûn. Şopên qirkirina li ser Êzidiyan hîna diyar in û gelek kes jî wenda ne."