Erdogan, ji Sêx Ehmedê Xanî mînak da: ‘Mirov, nexsa ji pênûsa herî mezine’

03 June 2023 22:00 0 dîtin
Erdogan, ji Sêx Ehmedê Xanî mînak da: ‘Mirov, nexsa ji pênûsa herî mezine’

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiye Recep Tayip Erdoğan di merasima destpêkirina wezîfa xwe de axifî û ji fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî mînak da: ‘Mirov, nexşa ji pênûsa herî mezine.’

Erdoğan di merasime de ji bo serok, serokwezîr, wezîr û nûnerên welatan axifî û got:

“Em ê baweriya milletê xwe yê ezîz ku bi partiya me, bi hevkariya me aniye li haşê dernexin, ji bo Tirkiyê berhem û xizmetê bikin. Milletê şeref da me ku em ji bo wan 5 sal xizmetê bikin. Em ê ew kesên ku destekê dane me qet ji bîr nekin. Em ê mudaxeleya bi îrada netewî kiirne yên ku li ser qelpaxên kovaran cîh digirtin jî qet ji bîr nekin. Ez ê vê êvarê kabîna nûh ragihînim. Bi kabîna nûh re nexşandina sedsala Tirkiyê binexşînin û dewam bikin. Em ê roja sêşemê civîna kabîna nûh bikin.

Muxalefet her wext bi kulma li pêşniyarên me xistin. Em hêvî dikin ku vê carê tewrên wan cuda be. Em dilnexweşiyên berê ji bîr bikin û rêya aştiyê peyda bikin. Ji ber dengên xwe dane û ketine ber êrîşan, ez ji mexdûrên erdhejê re rêzên xwe dişînim. Me li meydana hilbijartinan çi soz dabe milletê xwe, weka 21 salên borî em ê sozên xwe bicîh bînin.

Fikra siyasî ya wan çi be, koka wan, meşreb û mezhebên wan çi dibe bila bibe, em ê 85 milyonan hembêz bikin. 21 sale me di desthilata xwe de hasasiyeta xwe parast. Dema me xizmetê kir me li baweriya wan, li rengê dengê wan nenihêrt. Me li herêmê, partiyê nenihêrt û cudatî nexist navbera wan. Me weka Şêx Edebalî got: ‘Bila mirov bijîn ku dewlet bijî.’ Weka Yunus Emre got: ‘Em ji ber Xaliqê wan ji mexlûqatan hez dikin.’ Weka Ehmedê Xanî got: ‘Mirov, nexşa ji pênûsa herî mezine.’ Em Îro jî di şewqa heman hikmetê de dimeşin. Em îro jî heman tiştan, heman qaîdeyan diparêzin.

Em kîn, nefret û xûsûmetê na, lê hezkirinê, xweşbîniyê, biratiyê, hembêzkirinê dixwazin. Werin ey can, em bibin yek, em hez bikin û bên hezkirin. Ez bawerim wê ev banga me, reng û dewlemeniyên bi cudatiyên xwe ve, wê di 85 milyonî de cîh bibîne.”