Abdullah Demirbas nameyek û 'Mem û Zîn' a Ehmedê Xanî pêskesî Papa kir

13 April 2023 17:22 0 dîtin
Abdullah Demirbas nameyek û 'Mem û Zîn' a Ehmedê Xanî pêskesî Papa kir

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Şaredariya Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê Abdullah Demirbaş, çû serdana Papayê Vatîkanê Francis û hem nameyek hem jî pirtûka Ehmedê Xanî pêşkeşî wî kir.

Demirbaş di serdana xwe de, tevî nameyeke ku ji bo çareserkiriya pirsa Kurd bi rêyên aştiyane daxwaza dûayan dike, berhema Ehmedê Xanî: Mem û Zîn jî pêşkêşî Papa kir.

Li gorî zanyariyan Demirbaş di nameyê de, daxwaz ji Papa kir ku ji bo gelê Kurd dûayan bike û herwiha bal kişand ser ku “Mezopotamya erdnîgariyeke herî qedîm û cihê pêkvejiyana ol, bawerî, çand û nasnameyên cuda ye; lê çewa ku Hz Îsa ji bo belavkirina peyamên pîroz hatiye çarmîxkirin, miletê Kurd jî, di bin hukumraniya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de, ji ber ziman û nasnameya xwe bi karasatên giran re rûqal maye û dimîne.”

Demîrbaş di nameyê de bal kişandiye ser rola Papa û hêvî û daxwazê jê dike ku ji bo di nav aşitî û aramiyê de pêkvejiyana ol, bawerî û nasnameyên cuda yên li Mezopotamyayê Papa Franciscus jî piştgir be.

Di nameyê de herwiha ligel kiryarên DAIŞê behsa zilm û serpêhatiyên ku bi ser Êzidiyan de hatine, hatiye kirin.

Abdullah Demîrbaş ku sala 2004an û 2009an du caran wekî Serokê Şaredariya Sûrê hat hatibû hilbijartin niha ji ber dozên siyasî neçar maye derkeve derveyî welat. Demirbaş dema şaredar bû, di sala 2006an de, Meclîsa Şaredariya Sûrê biryara ku ‘hemû kar û barên xwe bi pir zimanî bikin’ dabû. Sala 2007an jî, ji ber di karên fermî de, zimanê Kurdî jî bikar aniye, ji kar hatibûn dûrxistin û qeyûm li ser şaredariyê hatibû danîn.