Rewsa tenduristiya Abdullah Demirbas ji ber koronayê giran bûye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şaredarê berê yê navçeya Sûrê ya Amedê Abdullah Demirbaş ku penaberî welatê Swîsreyê bûye 5 roj in ji ber pêketina vîrusa koronayê rewşa tenduristiya wî giran bûye û di beşa hurnêrînê ya nexweşxaneyê de tê razandin.
Abdullah Demirbaş yekem şaredarê Kurd bû ku sala 2007an dema şaredarê Sûrê bû li şûna wî qeyûm hatibû danîn û ji kar hatibû dûrxistin.
Herwiha di şaredariyê de pirzimanî dema şaredariya wî bi projeyên wî hatibû destpêkirin.
Siyasetmedarê Kurd Demirbaş ji ber hejmarek dozên li ser wî hatine vekirin, salek berê derketibû derveyî welat ku niha li welatê Swîsreyê wek penaber dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin