Ji Pentagonê daxuyaniya rewsa tenduristiya Austin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) derbarê rewşa tenduristiya wezir Llyod Austin ku ji 1ê Çileyê ve li nexweşxaneyê hatiye razandin, daxuyanî da.
Berdevkê Pentagonê Pat Ryder, derbarê tenduristiya Austin de daxuyanî da û got, çareseriya pizîşkî dewam dike û rewşa tenduristiya wî baş e.
Herwiha Ryder da zanîn ku Austin niha bi berpirsên pilebilind ên wezaretê re danûstandinên xwe yên rojane dike û çalakiyên Pentagonê yên seranserê cîhanê jî dişopîne.
Ryder diyar kir ku tedawiya Austin li Nexweşxaneya Leşkerî ya Walter Reed didome, lê hîn nediyar e kengî ji nexweşxaneyê derdikeve.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Llyod Austin, 1ê Çileyê li nexweşxaneyê hatibûn razandin, lê 5ê mehê hatibû eşkerekirin û ev jî bûye sedema rexneyan di raya giştî ya Amerîkayê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin