Daxuyaniya Beyrûtê ya balkês ji Pentagonê
PeyamaKurd – Berdevkê Pentagonê doh da zanîn ku Îsraîlê ji berê de derbarê êrîşa giran a li ser Beyrûtê de agahî nedaye wan. Berdevk destnîşan kir ku Amerîka tevlî operasyonê nebûye.
Ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê derbeya giran a Îsraîlê ya doh danê êvarê li ser Beyrûta paytextê Lubnanê da daxuyanî da.
Berdevka Pentagonê Sabrina Singh ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin beriya êrîşê ji Îsraîlê peyameke agahiyê wernegirtiye. Berdevkê Singh diyar kir ku Austin bi hevtayê xwe Yoav Gallant re hevdîtin pêk anî dema ku êrîş didomiyan.
Singh ji rojnamevanan re got, "DYA beşdarî vê operasyonê nebû û hişyariyek pêşwext ji me re nehat dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin