Daxuyaniya balkês a çekên nukleerî ji Lavrov!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê bikaranîna çekên nukleerî ji aliyê welatî wî ve got, "Doktrîna me tê diyarkirin. Rayedarên Amerîkî jî vê yekê dizanin. Ev wek lîstina bi agir e. Ew (Amerîkî) jî wek zarokên biçûk bi mûman dilîzin."
Hat îddîakirin ku Ukraynayê ji Rojava destûr xwestiye ku bi moşekên 'Siya Bahozê' li axa Rûsyayê bixe. Lavrov got: “Ev şantaj û hîle ye. Rojava naxwaze xwe ji alozbûna rewşê dûr bixe.”
Lavrov diyar kir ku ew ê li gorî berjewendiyên welatê xwe di mijara Ukraynayê de bigihê armanca xwe û got, her du welat dikarin bêyî ultîmatoman li ser maseya muzakereyê rûnin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin