Lavrov: Çekên nukleerî, bersiva me ya yekane ye

20 August 2023 17:30 0 dîtin
Lavrov: Çekên nukleerî, bersiva me ya yekane ye

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ragihand ku di çarçoveya rêgirtinê de hebûna çekên nukleerî, niha li hember çend gefên mezin ên derve yên li ser ewlekariya Rusyayê, bersiva yekane ye.

Sergey Lavrov, di hevpeyvînekê de ligel kovara Mejdunarodnaya Jizn (Jiyana Navdewletî) siyaseta Rusyayê ya çekên nukleerî, hevkariya bi welatên Afrîkayê re û mijarên aktuel nirxandin.

Lavrov diyar kir ku di van demên dawî de li ser rola çekên nukleerî di siyaseta derve ya Rusyayê de gelek tê axaftin û amaje bi wê yekê kir ku bikaranîna muhtemel a çekên nukleer a ji aliyê wî welatî ve di belgeyên doktrînê de hatiye diyarkirin.

Lavrov di dewama axaftina xwe de got, "Siyaseta dewletê ya welêt di warê bergiriya nukleerî de tenê berevanî ye, bi mebesta ku potansiyela hêza nukleerî di asta herî kêm de bihêle da ku parastina serwerî û yekparçeyiya axa dewletê were garantîkirin û rê li ber êrîşên li dijî Rusyayê were girtin.

Di çarçoveya rêgirtinê de hebûna çekên nukleerî yekane bersiv e ku mirov dikare vê gavê li hember hin gefên girîng ên derve yên li ser ewlekariya welatê me bide. Geşedanên li derdora Ukraynayê di vî warî da rastbûna fikarên me piştrast kir. NATO ya ku bi eşkere prensîba bêparçebûna ewlehiyê binpê kir, xwe veguherand hevalbendiya nukleerî.”