Kim: Em ê bi çekên nukleerî bersiva çekên nukleerî bidin
PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un diyar kir, ew ê li dijî Amerîka û Koreya Başûr ku gelek caran li Nîvgirava Koreyê û derdora wê tetbîqatên leşkerî yên mezin organîze dikin, têkoşîna xwe bidomînin û got, “Ew ê bi çekên nukleerî, bersiva çekên nukleerî bidin, bersiva pevçûnên eniyê jî, bi pevçûnên eniyê bidin.”
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un piştî ceribandina moşeka balîstîk a navparzemînî ya do, daxuyaniyek da.
Kim ku bi xwe çavdêriya tetbîqatê dikir, diyar kir ku di polîtîkayên ewlehiyê yên demdirêj da tu guhertin çênebûye û wiha got, "Em ê bi tirsandina dijminan û xurtkirina sekna şerê nukleerî ya bê veger, jiyana aştiyane ya gel temîn bikin."
Kim bal kişand ku ew ê têkoşîna li dijî Amerîka û Koreya Başûr bidomînin ku "dijmintiya eşkere" ya Koreya Bakur dikin û gelek caran li Nîvgirava Koreyê û derdora wê tetbîqatên leşkerî yên mezin organîze dikin, Kim got, "Polîtîkayên wan ên li dijî dijmin, neveger e. Barê giran ê tevgerên leşkerî yên li dijî Koreya Bakur li ser wan e û got, ev yek ji bo ew fêm bikin ku ew ê metirsiyê bi xwe re bîne.
Kim bang li hêzên çekdar ên stratejîk ên welêt kir ku amadekariyên xwe ji bo "bersiva lezgîn" bidomînin, Kim destnîşan kir "ew ê bi çekên nukleerî bersivê bidin çekên nukleerî û pevçûnên eniyê bi pevçûnên eniyê."
Koreya Bakur Japonya û Koreya Başûr hişyar dike. Hema berî lûtkeya dîrokî ya Japonya-Koreya Başûr ku do li paytexta Japonya Tokyoyê hat lidarxistin, Koreya Bakur moşekek balîstîk a navparzemînî avêt û ev yek jî di herêmê de rageşî zêde kir.
Moşeka balîstîk a navparzemînî Hwasong-17 ku di çarçoveya tetbîqata leşkerî de hat avêtin, bi awayekî serkeftî hat ceribandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin