Ji Pentagonê daxuyaniya pêwendiya telefonî ya Austin û Akar...
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin û hempîşeyê wî yê tirk Hulusî Akar li ser mijara Afganistanê pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Pentagonê li ser hevdîtinê da xuyakirin ku Wezîrê Berevaniyê Lloyd J. Austin bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar re, li ser mijara hevkariya dualî û hebûna dîplomatîk li Afganistanê axivîn.
Herwiha Pentagonê diyar kir ku wezîr Austin girîngiya hevkariya berevaniyê di navbera Amerîka-Tirkiyê de destnîşan kiriye û ji bo berdewama danûstandin û hevkariyê spasiya Akar kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê li ser vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê ji Afganistanê pêşniyar kiribû hêzên Tirk li Afganistanê bimînin û Amerîkayê jî piştgirî dabû vê pêşniyarê, lê Tevgera Talibanê jî ragihandibû ku ew hebûna ti hêzeke biyanî li Afganistanê qebûl nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin