Siyasetmedarê Iraqî: Astengiya herî mezin li pêsiya pêkanîna hikûmeta nû nakokiyên Siiyan in
PeyamaKurd – Parlamenterekî berê yê Iraqê diyar dike, astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû, nakokî û arîşeyên Şiiyan in.
Siyasetmedarê Iraqî û endamê berê yê parlamentoyê Ednan Denbûs eşkere kiriye, bi nêrîna min baştirîn bijarde ji bo Iraqê, pêkanîna hikûmeteka piranî ye, lê divê dûrî perçekirina siyasî be.
Ednan Denbûs herwiha destnîşan kir, ji ber fişarên derve û rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeteke piranî di vê demê de zehmet e.
Wî parlementerê berê yê Iraqê eşkere jî kir, astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, arîşe û nakokiyên navxwe yên Erebên Şiî ne, ji ber ku nakokiyên wan gelek in.
Denbûs di berdewamiyê de li ser Kurdan û Erebên Sunnî jî daye zanîn, pirsgirêkên Kurdan û Erebên Sunnî, bi hêsanî tên çareserkirin, ji ber ku tenê li ser parvekirina postan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin