Artêsa Îranê: Em ê bersivekî ku Îsraîlê posman bike bidin Îsraîlê

06 April 2024 21:38 0 dîtin
Artêsa Îranê: Em ê bersivekî ku Îsraîlê posman bike bidin Îsraîlê

PeyamaKurd – Artêşa Îranê got ku wê bersiva erîşa Îsraîlê ya ser balyozxana Îranê ya Şamê bidin. Di daxwuyaniyê de artêş got ku xelkê Îranê dixwaze Siyonîstan ceza bike û wê daxwaza xelkê bicîh bînin. Artêşa Îranê got:

“Em ê bersivekî ku Îsraîlê poşman bike bidin. Wê ji êrîşa xwe ya ser balyozxana Şamê ya Îranê poşman bikin û em soz didin. Wê bersiv bi îzna Xwedê bicîh were.”

Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser balyozxanan li Şamê ya Tehranê ku di 2yê Nîsanê de bûbû, Îran gazî balyozê Îsvîçre yê Tehranê kiribû û peyamekî ji Amerîkayê re şandibû.

Di çapemeniya Îranê de hatibû gotin ku Tehranê di rêya Îsvîçre de agahî daye Amerîka ku wê li hedefên li Îsraîlê bixin.

Ji ber li Tehranê balyozxana Amerîkayê tine, di rêya balyozxana Îsvîçre de Tehran û Washington dan û sitendinên xwe dikin.