Artêsa Îranê: Di yek xetayekî de em ê Îsraîlê ji ortê rakin
PeyamaKurd – Berdevkê artêşa Îranê Ramazan Şerif ragihand ku ti welatekî nikare bi leşkerî mudaxeleyê Îranê bike û di yek xetakî biçûk ya Îsraîlê de wê dagirkerên Siyonîst Îsraîlê ji ortê rakin. Şerîf daxwuyaniya xwe li Îranê li bajarê Qazwînê tevlî bernameyekî bû û di bernamê de behsa xwepêşandanên Mahsa Emînî û tehdîdên ser Îranê kir.
Şerîf serhildanên piştî kuştina Mahsa Emînî weka serhildana dijmin binav kir û got ku di çalakiyan de rêxistinên Komele, Mucahîdên Xelk, Ceyşul Edl û rêxistinên din xwestine kaosê derxin. Şerîf ragihand ku xwestine sermaya Îranê ya 44 salan ji holê rakin û welatên Rojavayî destekê dane wan. Şerîf weha dewam kiriye:
“Îro dijminê me di rewşekî baş de nîne û rewşa me ji ya wî baştire. Ji bo em di herêmê de pêşdeçûna xwe rawestînin ji me lava dikin. Mînak; em dibêjin me SİHA yan nedaye Rûsyayê lê ew dibêjin ku me daye wan û seyra şer guherandiye. Heya do jî komara Îslamî ya Îranê ji zanîn û teknolojiyê dûr didîtin. Niha dibêjin ku em SİHA û fuzeyan didin Rûsyayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin