Pezeskiyan: Wê Îran ew ji kiryarên xwe yên tirsonek posman bike
PeyamaKurd - Rêveberiya Tehranê, ji ber kuştina Serkirdeyê Hemasê Îsmaîl Heniye li Îranê 3 roj şîna neteweyî ragihand. Ji aliyê din ve Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî di derbarê kuştina Heniyeyê de got: "Komara Îslamî ya Îranê, wê parastina yekparçeyiya axa xwe û şerefa xwe bike. Her wiha wê dagirkerên terorîst ji kiryarên xwe yên tirsonek poşman bike
Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye, dema ji bo beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehrana paytexta Îranê, di hêrişeke sûîqestê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî kuştina Haniye li Îranê 3 roj şîna neteweyî hat ragihandin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA) rayedarên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê, ji bo kuştina Îsmaîl Heniye, 3 rojan 'şîna neteweyî' ragihandine.
Pezeşkiyan: Îran wê parastina yekparçeyiya axa xwe bike
Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî di derbarê kuştina Heniyeyê de got: "Komara Îslamî ya Îranê, wê parastina yekparçeyiya axa xwe û şerefa xwe bike. Her wiha wê dagirkerên terorîst ji kiryarên xwe yên tirsonek poşman bike."
Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Daxuyaniya Pezeşkiyan wiha ye:
"Îro Îran sersaxiya şehîdê Qudsê Hecî Îsmaîl Heniye, hevrêyê êş û şahiyê, rêhevalê berdewam û serbilind ê rêya berxwedanê, rêberê leheng ê berxwedana Filistînê ye. Duh min destê wî yê serfiraz bilind kir. û îro jî ezê wî bigirim ser milên xwe, Îran û Filistîn, du neteweyên serbilind: "Pêwendiya di navbera wan de dê ji berê bihêztir bibe û berxwedan û berevaniya mezlûm dê bihêztir bibe. Komara Îslamî ya Îranê dê parastina yekparçeyiya axa xwe bike. û namûs e û dê dagirkerên terorîst ji kirinên xwe yên tirsonek poşman bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin