Wê cenazeyê Elî Qazî li Hewlêrê bi merasîmekê bê pêswazîkirin
PeyamaKurd – Cenazeyê kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ku li Almanyayê koça dawî kiribû, 17ê Tîrmehê bi erka Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bo Hewlêrê tê vegerandin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re ragihand ku roja Yekşema bê 17ê Tîrmehê, li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termê Elî Qazî bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê digihe Herêma Kurdistanê.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku merasîmek ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Elî Qazî tê amadekirin û got: “Malbata wî biryar didin ku bi xakê bê spartin.”
Tekane kurê Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja 10ê Tîrmeha 2022an di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin