Serokê Estonyayê Karis li Hewlêrê bi merasîm hate pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokê Estonyayê Alar Karis, ji bo serdanê hate Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bi merasîmekê pêşwazî li Alar Karis kir.
Serokê Estonyayê Alar Karis cara yekem e tê Herêma Kurdistanê û ji bo wî li Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê merasîmeke taybeta pêşwaziyê hate kirin.
Jêderên dîplomasiyê yên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî û Alar Karis wê mijarên wek “pêşhateyên li herêmê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hin babetên din ên di berjewendiya her du aliyan de ne binirxînin.
Jêderan herwiha ragihandin ku wê di civînê de pêwendiyên Estonyayê yên bi Herêma Kurdistan û Iraqê re, geşedana hevkariyê û gelek mijarên din bêne gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin