Serokkomarê Iraqê bo besdarbûna merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê gihist Hewlêrê

10 June 2019 12:48 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê bo besdarbûna merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê gihist Hewlêrê

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih ji bo beşdarî merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bibe li Hewlêrê ye. Nêçîrvan Barzanî bi kêfxweşî pêşwazî li Serokomar Berhem Salih kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih, piştî ku bûye Serokomarê Iraqê bo cara yekemîn bifermî serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dike.

Heta niha Serok Mesûd Barzanî jî tê de çêndîn rayedar, alî û kesayetên siyasî beşdarî merasîma sondxwarinê bûne û tê çaverêkirin piştî demeke kin Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê sond bixwe û bifermî dest bi wezîfê bike.