YNKê ji bo besdarbûna merasîma sondxwarina seroktiyê merc danî
PeyamaKurd – Piştî civîna Polîtburoya Yekîtiniya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku îro pêncşemê civiya, derbarê beşdarbûn yan beşdarnebûna merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de daxuyanî da.
Piştî civînê Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer ji medyaya partiya xwe re ragihand, beşdariya YNKê di merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî de girêdayî “pêşveçûna pêngavên jibo cîbicîkirina rêkeftina bi PDKê re” ye.
Letîf Şêx Omer got: “Hêj gelek dem li ber destê me heye ku gelo YNK beşdarî merasima sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê dibe yan na, lewma jî niyeta cîbicîkirina rêkeftina navbera me ji aliyê hevalên PDKê ve, dê vê mijarê yekalî bike.”
Di derbarê egera beşdarî yan beşdarînekirina Serokomarê Iraqê Berhem Salih de jî ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bo merasima sondxwarinê hatiye vexwandin, Berdevkê YNKê got: “Berhem Salih bixwe azad e ku di vê merasimê de beşdariyê bike yan neke.”
Merasîma dest bi kar kirina serokê nû yê Kurdistanê 10ê Hezîranê li Hola Şehîd Seid Ebdullah a Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi amadebûna mêvanên navxweyî, kurdistanî, iraqî û cîhanî tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin